Hewlêr (Rûdaw) - Li ser refikên marketên Brîtanyayê gelek cureyên cuda yên vexwarinên enerjiyê hene lê hikûmeta Brîtanyayê derbarê wan biryareke nû da û firotina wan ji bo kesên di bin 16 saliyê de qedexe kir.
Wezîrê Tenduristî û Xizmetên Civakî yê Brîtanyayê Wes Streeting ragihand:
"Heşt ji 10ên dê û bavan dixwazin vê qedexeyê bibînin, bi taybetî jî ew mamosteyên ku bandora kafeînê li ser tevger û bala xwendekarên xwe dibînin.
Beşeke mezin a van vexwarinan ne ku tenê asta kafeîna wan bilind e, di heman demê de şekirekî zêde jî tê de ye, lewma ev yek li dijî qelewiyê jî gaveke rast e."
Vexwarinên enerjiyê, bi taybetî yên ku kafeîna wan zêde ye û di lîtreyekê de zêdetirî 150 mîlîgram tê de hene, hatin qedexekirin.
Madeyên di nav vexwarinên enerjiyê de gelek bandorên neyînî yên demkurt û demdirêj li ser laş çêdikin, ku yên herî diyar tûşbûna bi nexweşiyên kronîk û nearamiya di lêdana dil de ye ku paşê dibe sedema krîzê.
Her wiha laş hişk dikin û xew û rengê diranan jî têk didin.
Ji bilî vê, gurçik jî yek ji qurbaniyên sereke yên van vexwarinan in.
Qedexekirina vexwarinên enerjiyê destpêşxeriyek e ji bo rûbirûbûna "qelewî, fikar û têkçûna xewê" ya di nava zarokan de.
Dr. Sermed Mezherê ku li Brîtanyayê bijîşkê giştî ye got:
"Rêya sereke ya çêkirina bandora vexwarinên enerjiyê bi rêya kafeîn û teşwîqkerên di nav wan de ye.
Ew lêdana dil û tansiyona xwînê zêde dikin, dikarin wisa bikin ku hûn xwe westiyayî hîs nekin.
Lê ji ber ku mêjiyê zarokan hîn geş dibe û laşê wan biçûktir e, zêdetir bandorê li wan dike.
Ev jî dibe sedema zêdebûna fikarê, kêmbûna balê û pirsgirêkên xewê."
Li gorî hikûmeta Brîtanyayê, sêyeka zarokên 13 heta 16 salî her hefte herî kêm vexwarineke enerjiyê vedixwin û salane nêzîkî hezar zarok rojane qutiyek vexwarina enerjiyê vedixwin.
Êdî firotina van berheman li marketan ji bo zarokan hatiye qedexekirin û ew ji bo wî temenî peyda nabin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse