Hewlêr (Rûdaw) - Tîmeke Îtalî ji bo çareseriya nexweşiyên dil ên zarokan hat Başûrê Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê ji sala 2005an ve bi piştgiriyê dide projeyê.
Rêxistina Heeviye (Hîvî) ya Tenduristiyê ku vê projeyê di cih dike diyar kir ku Tîmeke Îtalî bo çareseriya nexweşiyên dil ên zarokan hatiye Dihokê.
Rêxistina Hîviyê diyar kir ku armanca projeyê rizgarkirin û parastina jiyana zarokan e ku tûşî nexweşiyên zimakî yên dil bûne.
Rêxistina Hîviyê da zanîn ku ev bernameyeke “girîng” e û û Serokê Herêma Kurdistanê ji sala 2005an ve bi piştgiriyê didiyê û daxuyand:
“Rêxistina Hîviyê rojên 7-12ê Hezîrana 2025an bi hevahengiya Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, Birêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Dihokê û Navenda Azadiyê ya Nexweşiyên Dil mêvandariya tîmeke neştergeriyê ya pispor a Îtalî ya ji nexweşxaneya San Donato Policlinico S.C.C.R.I û rêxistina Bambini Cardiopatici nel Mondo Association dike.
Ev serdan di rêya avakirina hevpariyeke bawerîpêkirî ya navneteweyî ya bi armanca pêşkêşkirina xizmetguzariyên rizgarker ên ji bo wan zarokên ku pêwîstiya wan pê heye wekî gaveke girîng tê hesibandin."
“Bername programeke taybet e”
Birêveberê Projeyan ê Rêxistina Hîviyê Dr. Mihemed Mehmûd ji Rûdawê re ragihand:
"Ev tîmeke taybet a nexweşiyên dil ên zarokan e ku ji Îtalyayê hatiye.
Bername programeke taybet a Hîviyê ye û bi piştgiriya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi hevahengiya Wezareta Tenduristiyê ji sala 2005an ve berdewam dike."
Tîma Îtalî ji bijîşkên pispor ên neştergeriya dilê zarokan, bijîşkên pispor ên vekolîna dilê zarokan, bijîşkên bêhişkirinê, bijîşkên çavdêriya hûr û peristaran pêk tê û bi tîma Navenda Azadiyê ya Nexweşiyên Dil a Dihokê re dixebite.
Dr. Mihemed Mehmûd li ser xebatên tîma Îtalyayê ev agahî dan:
"Tîm 13 kes in û amrazên pêwîst ên ji bo vî cûreyê neştergeriyê anîne.
Ew pisporên neştergeriya dil, pisporên vekolîn û çavdêriya hûr û çendîn pisporiyên din bi wan re ne ku ji berî neştergeriyê heta piştî neştergeriyê çavdêriya zarokan dikin."
Li gorî agahiyên ku Dr. Mihemed Mehmûd dane, “Nêçîrvan Barzanî ji destpêkê ve (ji sala 2005an ve) alîkarê darayî û lojîstîkî yê vê projeyê bûye û beşeke zarokan jî şandine derveyî welat da ku çareseriyê wergirin."
Wî da zanîn ku vê tîmê heta vêga zêdetirî 830 neştergeriyên dil ji bo zarokan kirine û zêdetirî 540 nexweşî jî bo vekolîn û neştergeriyê şandine Îtalyayê."
Rêxistina Hîviyê amaje pê kir ku her sal li Îraq û Herêma Kurdistanê bi sedan zarok û tûşî nexweşiyên zimakî yên dil dibin ku pêwîstiya wan bi neştergeriya pêwîst heye lê ji ber kêmbûna piştgiriya darayî, pirsgirêkên lojîstîk û nebûna jêrxana çareseriyê gelek caran alîkarî nikare bê dabînkirin lewma bi rêya vê serdanê gelek ji wan zarokan digihîjin çareseriya hûr û pêwîst.
Endamê tîma bijîşkên Îtalî Dr. Mehmûd Şemsedînî ji Rudawê re got:
"Ev cara pêncemîn e ez bi vê tîmê re me û min serpêhatiyeke baş min peyda kiriye.
Berî hatina tîmê bi pênc mehan zarokên nexweş tên diyarkirin, vê carê 12 zarok hatine diyarkirin ku neştergerî bo wan bê kirin."
Li gorî Rêxistina Hîviyê tîm ji 13 endaman pêk tê û taybet e bi neştergeriya dilê zarokan û bernameya karên wan bi vî awayî ye:
- Encamdana 10-12 neştergeriyên ji bo zarokên ku tûşî nexweşiyên metirsîdar ên dil bûne.
- Vekolîna ji bo zêdetirî 200 nexweşî ya ji bo agahdarbûna ji rewşa wan û amadekirina ji bo wergirtina hemû cûre çareseriya di paşerojê de.
- Destnîşankirina zarokên ku tûşî nexweşiyên zehmet da ku li Îtalyayê tedawî bibin.
- Nirxandinên pêwîst ên li nexweşxaneya jin û jidayîkbûnê ya ji aliyê bijîşkê taybet ê vekolîna dil ve.
- Perwerdeya karmendên bijîşkî yên navxweyî ji bo bilindkirina şiyana wan di warê neştergeriya dilê zarokan de.
- Destnîşankirina hinek karmendan ku bi armanca perwerdeyê herin bajarê Mîlanê yê Îtalyayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse