Hewlêr (Rûdaw) - Li Brîtanyayê di konferansa salane ya bijîşkên Kurd de Seroka Federasyona Bijîşk û Zanayên Kurdistanê ya Londonê got, "Gelek zana û pisporên Kurd li Brîtanyayê hene lê li gorî pêwîstiyê sûd ji wan nehatiye wergirtin."
Li Londona paytexta Brîtanyayê Konferansa Bijîşkî û Zanistî ya Kurdan tê lidarxistin.
Pispora Nexweşiyên Kal û Pîran û Seroka Federasyona Bijîşk û Zanayên Kurdistanê ya li Londonê Dr. Hêro Xoşnawê ji Rûdawê re ragihand ku wan sala 1988an federasyona xwe ava kiriye û armanca wan ew e ku pisporên Kurd di bipêşketinên bijîşkî de roleke girîng bilîzin.
Dr. Hêro Xoşnawê da zanîn ku gelek pispor û bijîşkên ciwan li Brîtanyayê hene ku divê bên teşwîqkirin û piştgirîkirin da ku şiyanên xwe ji bo xizmetkirina Kurdistanê baştir bikin.
Xoşnawê her wiha bangî berpirsên Herêma Kurdistanê kir ku "zêdetir guh bidin bijîşkên li derveyî welêt û ji bo ku xizmeta Herêma Kurdistanê bikin derfetan ji wan re biafirînin".
Zêdetirî 300 bijîşk û pisporên Kurd beşdarî konferansê dibin û armanca sereke jî ew e ku pêwendiyeke xurt di navbera pisporên biyanî yên li Londonê û pisporên Kurd de were avakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse