Li Herêma Kurdistanê kesek ji ber nexweşiya taya bi xwîn canê xwe ji dest da

11-06-2022
RÛDAW
Nîşan Taya Xwînberbûnê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, kesekî 27 salî ji ber nexweşiya taya bi xwîn canê xwe ji dest da.

Îro Şemiyê 11ê Hezîrana 2022an Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistana Dr. Aso Hewêzî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew kesê ku canê xwe ji dest daye xelkê gundê Gorez a ser bi nahyeya Xelîfan a ser bi Soranê ve ye.

Dr. Aso Hewêzî destnîşan kir piştî ku hatiye piştrastkirin bi nexweşiya taya bi xwîn ketiye bo dermankirinê ew birin nexweşxaneyê lê piştî demekê canê xwe ji dest daye.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daxwaz ji welatiyan dike ku pabendî rênimayiyên parastinê bin da ku bi nexweşiya taya bi xwîn nekevin.

Dr. Aso Hewêzî ji Rûdawê re ragihand ku heta niha 4 kes li Herêma Kurdistanê bi nexweşiya taya bi xwîn ketine û yek ji wan îro miriye.

Di 10ê Gulana 2022an de Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Hewlêrê yekem kesê ku bi nexweşiya taya bi xwîn ketibû ragihand û diyar kiribû ku zarokekî 17 salî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst