Keça Kurd 70 hezar dolar pereyê daweta xwe diyarî da nexweşxaneyeke penceşêrê

12-01-2020
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Silêmanî Nexweşxaneya Hîwa Bane Aso
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Keçeke Kurd a nişteciha bajarê Silêmaniyê pereyê daweta xwe, ku 70 hezar dolarê Amerîkî ye, dibexşîne Nexweşxaneya Hîwa ya taybet bi çareserkirina nexweşên penceşêrê.

Keça Kurd, Bane Aso Hacî Mihemed Bamokî biryar da ku pereyê ji bo mesrefa daweta xwe wek diyarî bide Nexweşxaneya Hîwa ya taybet bi çareserkirina nexweşên penceşêrê.

Rêveberê Kargêriya Nexweşxaneya Hîwa, Bextiyar Mihemed ji Rûdawê re ragihand, Bane Aso 70 hezar dolarên Amerîkî diyarî daye nexweşxaneya wan.

Bextiyar Mihemed got: “Vê keça Kurd pereyê xerciya daweta xwe ji bo kirîna amûreke giranbiha û pêşkevtî wek diyarî daye nexweşxaneya me.

Rêveberê Kargêriya Nexweşxaneya Hîwa li bajarê Silêmaniyê destnîşan kir: “Biryar e ev amûr ji Almanyayê bê kirîn û em bînin Herêma Kurdistanê”.

Bi gotina Bextiyar Seîd, “kirîna wê amûrê dê bibe sedema gelek asankariyan ji hevwelatiyan re ku pêştir ji ber nebûna wê amûrê diviyabû nexweşên me serdana Hindistanê bikni û 5 hezar dolar xerc dikir, lê belê li nexweşxaneya me çareserî bê beramber in”.

Rêveberê Kargêriya Nexweşxaneya Hîwa herwiha diyar kir: “Em hêvî dikin kesên wek wê keça Kurd gelek bin û em spasiya alîkariya wê dikin”.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî / megaflopp – stock.adobe.com

LÊKOLÎN - Bêhna tir û fisên jinan genîtir e

Dema we ev sernav dît dibe ku hûn şaş bûbin çimkî gelek kes dibêjin qey ji xwe ba ji ber jinan naçe (jin tir û fisan nakin), nexasim jî ku ew evîndarê jineke spehî bin lê lêkolîn tiştekî cuda dibêjin