Payîz hat, nexweşî zêde bûn: Hûn dikarin xwe çawa biparêzin?

12-10-2025
RÛDAW
Nîşan Nexweşî Serma
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziyeke tenduristiyê ya Brîtanyayê ragihand ku demsala payîzê dema belavbûna gelek nexweşiyên enfeksiyonî ye û yek ji wan jî zekem e.

Saziya Ewlehiya Tenduristiyê ya Brîtanyayê (UKHSA) eşkere kir ku vîrus di payîzê de zêdetir û çalaktir belav dibin û beşeke mezin a kesên ku li Brîtanyayê nexweş ketine, ji ber vîrusa rêyên henaseyê yên jorîn (rînovîrus) bûye.

Pisporê vîrusnasiyê yê Zanîngeha Liverpoolê Profesor Jonathan Ball got:

"Ev tiştekî asayî ye. Ji ber ku payîz e, zarok li dibistanan tevlîhev dibin û hewa sar dibe, ev rewş rû didin."

Her wiha vîrusa RSVyê (Respiratory Syncytial Virus) ku ew jî vîruseke henaseyê ye, yek ji sedemên nexweşiyên demsalî ye û dibe ku ji bo zarok û kal û pîran bibe metirsî.

Bi van rêbazan xwe ji zekema demsalî biparêzin:

Destên xwe bişon û bila şûştin herî kêm 20 çirkeyan bidome.

Ji bo paqijkirina mase û tiştên li derdora xwe madeyên paqijker bi kar bînin.

Girîngiyê bidin xwarina sebze û fêkiyan, bi taybetî jî yên tirş.

Rojane ava pêwîst vexwin.

Nêzîkî kesên nexweş nebin.

Bila kesên nexweş di dema kuxik û bênijînê de desmalan bi kar bînin.

Ji cihên qerebalix dûr bikevin.

Pencereyên mala xwe vekin da ku hewa biguhere.

Derziya zekema demsalî li xwe bidin.

Derziyên tevlîhev bi kar neyînin, ji ber ku sîstema parastinê sist dikin.

Bi ava sar xwe bişon, ji ber ku sîstema parastinê xurt dike.

Cudahiya di navbera zekem û sermayê de:

Nîşane

Zekem

Serma

Ta

Piranî heye

Kêm caran heye

Kuxik

Piranî hişk e

Nerm e

Êşa masûlkeyan

Piranî heye

Nîne

Westan

Zêde ye

Nerm e

Bênijîn

Kêm caran heye

Piranî heye

Girtina poz

Kêm caran heye

Piranî heye

Êşa qirikê

Kêm caran heye

Piranî heye

Êşa serî

Piranî heye

Kêm caran heye

Di dawiyê de pispor hişyarî didin ku piraniya sedemên nexweşiyan vîrus in û divê dermanên antîbiyotîk neyên bikaranîn û bêyî şêwira li bijîşkan derman neyên xwarin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst