Hewlêr (Rûdaw) - Li nexweşxaneyeke derûnî li Zanîngeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, şêwirmend û pisporê derûnî, weke heval û endamên malbatê riftarê li gel nexweşên derûnî dikin. Dibêjin, wan encamên baş wê şêwaza riftarê wergitine û karên ku ew bi wê nêzîkbûnê dikin, bawerxwebûnê dide nexweşan.
Li Nexweşxaneya Derûniyê ya Zanîngeha Dîlokê li Bakurê Kurdistanê, bi armanca dermankirinê perwerdeya hunerên destî didin nexweşên derûniyê. Nexweşên derûniyê bi rêya fêrbûn û çêkirina berhemên hunera destdan aram dibin û baweriya wan bi xwe tê.
Berpirsê Navenda Nexweşxaneya Derûniyê Gulçin Elboga dibêje: “Cihê me wek malbatê ye. Em wek şêwirmend û fêrkar li wan temaşe nakin. Em malbate kin. Me encamên erênî wergirtin. Bikaranîna wan a cixareyê kêm bû. Stresa wan kêm dibe. Em dê bi hev re karên baş bikin. Em bextewar in.”
Pizîşkên nexweşxaneyê dibêjin bi rêya van çalakiyan organên nexweşan di nav hevahengiyê de kar dikin û ev jî sûdê digihîne pêvajoya dermankirina wan.
Şêwirmenda Derûnî Saniye Demir jî got: “Berî hemû tiştî nexweş dizane ku dikare tiştekî bike. Çinku ew di jiyana derve de rûbirûyê gelek tiştên neyînî dibin û êdî nexweşiya xwe qebûl dikin û dibêjin em nikarin tiştekî bikin, berhem bînin. Li vê derê dema em qîmetê didin wan û nexweşiya wan di bin kontrolê de be, dibînin ku ti cudahî di navbera wan û mirovên din de nîne.”
Li Navenda Nexweşxaneya Derûniyê ya Zanîngeha Dîlokê, kursên destên hunerî berî 5 salan destpêkirin û heta niha 460 nexweşên derûniyê fêrî destên hunerî bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse