Nexweşeke Rojavayê Kurdistanê hawara xwe digîhene hikûmeta Kurdistanê

15-07-2021
Huner Reşîd
Beyan Mistefa koçbereke Rojavayê Kurdistanê yê û niha metirsî li ser jiyana wê heye
Beyan Mistefa koçbereke Rojavayê Kurdistanê yê û niha metirsî li ser jiyana wê heye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Beyan Mistefa jineke Rojavayê Kurdistanê ye, xelka Kobanî ye 34 salî ye, ji bo ku xwe derman bike, hatiye Başûrê Kurdistanê.

Roviyên Beyan Mistefa kar nakin, çend santîm rovî mane, 8 caran hatiye emeleyatkirin, ew nikare xwarinê bixwe, tenê bi sîroman dijî.

Beyan Mistefa divê zû rovî jêre werin çandin, lê dermanê wê li vir tune ye, divê zû wê bibin Ewropa.

Beyan zewiciye, diya kurekî ye, hawara xwe digihîne Hikûmeta Kurdistanê ku alîkariya wê bike. Doktorê wê jî dibêje, eger wiha berdewam be û tenê li ser sîroman bijî, dibe ku nikaribe zêdetirî mehekê bijî.

Beyan Mistefa dibêje: “Min xwe avêt li ber Hikûmeta Kurdistanê,  mala Barzanî,  tirba Mela Mistefa bes çareseriyekê ji bo min bibînin û min ji vê mirnê xilas bikin. Hero ji wext ji emrê min diçe û ev kureek li ba min e, kezaba min dişewite. Ez jî dixwazim wek hemû kesê rabim û rûnim. Roj bi roj emre min xilas dibe. Ez diçem ba doxtoran dibêjin emeliyata te li vir nabe.”

Beyan Mistefa ligel dayîk û kurê xwe ev 15 roj in ji Rojavayê Kurdistanê hatine Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser jî nehîştiye ku hevjînê wê ligel wê bê û roj bi roj rewşa wê xirabtir dibe û tiştek ji destê malbata wê nayê ku ji bo wê bike.

Dayîka Beyan, Tirfa Mihemed jî dibêje: “Ev lawik nikare wek hemûyan dayîka xwe himbêz bike. Dayîka wî hemi dema birîndar e û hemi dema deman serom pê ve girê daye. Kezeba min dişewite, Doxtor dibêjin li vê derê emeliyata wê nabe divê derbikeve dervey welat û me jî qewet nîne.”

Nujdarê Beyanê jî li Qamişlu da zanîn ku  dyar krin ji sedena wê nexweşiyê negihîştina xwînê ye bo ser roviyên wê. Bi gotina bijîşkan çareseriya wê li Ewropa çandina roviyan ne.

Ev nexweşiya Beyan Mistefa gelek caran li ba zarokên nû ji dayîk bûne peyda dibe, lê li ba mezinan ji 10 hezaran ba kesekê peyda dibe.

Beyan Mistefa niha li hêviya kes û saziyên xêrxwaziyê ye ku jê re bibin alîkar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst