Li Wanê nexweşê penceşêrê bi piştgiriya hişê çêkirî hat emeliyatkirin

18-09-2025
RÛDAW
Nîşan Wan Sabrî Yildiz Sebahattîn Çelîk Emeliyat Hişê Çekirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê Sabrî Sariyildizê 56 salî yê ku nexweşê penceşêrê ye bi piştgiriya hişê çêkirî hat emeliyatkirin.

Sabrî Sariyildizê ku li navçeya Erdişê dijî ji ber nexweşiya xwe serî li Polîklînîka Cerahiya Giştî ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê da.

Pisporê Cerahiya Giştî Prof. Dr. Sebahattîn Çelîk, Sariyildiz miayene kir û li kirkiroka wî de girêyek tesbît kir.

Biryar hat dayîn ku nexweş bê emeliyatkirin.

 Prof. Dr. Sebahattîn Çelîk û ekîba wî bi piştgiriya hişê çêkirî Sariyildiz emeliyat kir.

Nexweşê ku girêya di kirkiroka wî de hat derxistin baş bû.

Çelîk daxuyaniyek da rojnamegeran û got ku hişê çêkirî di qada tenduristiyê de gelekî tê bikaranîn.

"Biryara dawî her tim a bijîşk e"

Çelîk got ku hişê çêkirî ji ber ku dibe alîkarê bijîşkan gelekî girîng e û wiha domand:

"Biryara dawî her tim a bijîşk e. Me ji bo tedawiya Sabrî Sariyildizê ku ji ber nexweşiya xwe serî li me da algorîtmayek nivîsand û me ew ji hişê çêkirî pirsî.

Me bi alîkariya hişê çêkirî emeliyata xwe kir. Nexweşê me niha tê kontrolên xwe yên rutîn."

Sabrî Sariyildiz jî got, “Di kirkiroka min de girêyek hebû. Ez ji bo tedawiyê hatim ba xoceyê me Sebahattîn Çelîk.

Xoceyê me biryara emeliyatê da. Min jî qebûl kir ku emeliyat bim. Ez ji kirkiroka xwe emeliyat bûm. Niha gelekî baş im.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst