Cêwîk 3 ling û penîsekî parve dikin

19-05-2024
RÛDAW
Nîşan Cêwîk Endonezya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Endonezyayê cêwiyên ku bihevvezeliqî jiyayîk bûne çar destên wan hene û sê ling û organên wan ên zayendî hevapar in.

Di dema ducaniyê de çêbûna cêwikan kêm in lê çêbûna cêwikên bihevvezeliqandî (siam) hîn kêmtir in.

Lê hîn ji wan kêmtîr jî çêbûna cêwiyên ku ji wan re wekî “pîrtevnik” (spider twins) jî tê gotin in.

Cewiyên wisa bi zanistî wekî “ischiopagus tripus” tên binavkirin û ev rewşeke wisaye ku ji 2 milyon kesan bi kesekê re tê dîtin.

Heta niha tenê çend heb çewiyên ku wekî “pîrtevnik” tên binavkirin hatine tomarkirin.

Bûyera cêwiyên kur ên Endonezyayî di kovara American Journal of Case Reportsê de hat weşandin.

Cêwîk di sala 2018an de jidayîk bûnê lê ev mijar vê hefteyê di kovarê de hate weşandin.

Herçiqas organên wan ên jorê kar bikin jî li jêrê (herêma pelvîkî) organên wan bi hev ve zeliqîne.

Ev tê vê wateyê ku wan mîzdank, rektûm û rûvî bi hev re parve dikin.

Herwiha Sê ling, penîsek (kîr) û anûseke (qûn) wan heye.

Ji sê lingên wan, yek cebirî ye, ev tê wê wateyê hem dikarin bilivînin û hem hîs bikin.

Li gorî zanyariyan, di malbatê de ti çîrokeke anomalî ya zikmakî tunebûye û ducaniya dayikê jî bê pirsgirêk derbasbûye.

Di zêdeyî ji sedî 60ê rewşên weha de, yek ji cêwiyan dimire an mirî çêdibe.

Lê ev zarok ji hemû astengiyan rizgar bûn. Lêbelê, her du bira neçar man ku sê salên xwe yên pêşîn li ser piştê dirêjkirî derbas bikin ji ber ku bedena wan rê nedida ew rûnin.

Ji bo ku bi kêmanî piçek azadiya tevgerê bidin zarokan, lingê wan ê sêyem ku her du jî dikaribûn wekhev tevbigerin, jê kirin.

Di heman demê de, qerçik û pelvîk bi boxrî û lewheyan ji nû ve hatin çêkirin da ku her du zarok niha karibin rûnin û belkî rojekê jî li ser lingan bisekinin.

Se meh piştî emeliyatê derket holê ti pirsgirêkeke cêwiyan çênebûye.

Cêwîk hîn ji hev nehatine veqetandin û nayê zanîn ku ka bijîşk dê emeliyateke wiha tevlihev bikin an na.

Nivîskar di kovara American Journal of Case Reports de dibêjin, “Kêmdîtiya cêwiyên bihevvezeliqandî yên ischiopagus tripusê,  ji ber kêmbûna bûyeran û tevliheviya zêde veqetîna bi neştergeriyê zehmettir dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst