Li Rihayê welatî ji qelebalixiya li nexweşxaneyan nerazî ne

19-10-2022
Mihemed Emîn Demir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, welatî ji ber qelebalixiya zêde ya li nexweşxaneyan nerazî ne.

Li gor amarên fermî li Rihayê ji 400 hezarî zêdetir koçberên Sûrî hene, ku dike ji %20ê şêniyên bajêr. Riha ji aliyê nifûsê ve mezintirîn parêzgeha Bakurê Kurdistanê ye. Nifûsa zêde ya xelkê û hejmara zêde ya koçberên Sûrî li Rihayê, li cihên giştî wek nexweşxane, dibistan û otobusên veguhestinê de dibin sedema pirsgirêkan.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 25 Gulana 2015an destpêkirina avakirina Nexweşxaneya Bajêr a Rihayê ku hezar û 700 kesî bû ragihand, lê tevî ku 7 sal bi ser de çûne heta niha jî nexweşxane temam nebûye û ne diyare kengê temam bibe.

Rihayî dibêjin, tevî ku bi randewû diçin nexweşxaneyê carinan 4-5 demjimêran li hêviya rêzê dimînin, ku dor were wan.

Dîmên li nexweşxaneya herî navendî û mezin a bajêr Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akif Înan hatine kişandin û bo Rûdawê hatin şandin.

Di tabloyên ku rêza nexweşan tê nîşandan, pêştir navê nexweşan bi temamî ligel nav û paşnavê wan dihat nivîsandin. Lê niha rêveberiya nexweşxaneyê, ji ber ku diyar nebe nexweş xelkê Rihayê ne yan Sûrî ne tenê du tîpên destpêkê yên nav û paşnavê nexweşan dinivîsîne.

Xelkê Rihayê dixwazin çareseriyek ji pirsgirêka nexweşxaneyan re were dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst