Hewlêr (Rûdaw) – Di lêkolînekê de derket ku sûda meşa bi pêxwasî du qatan ji ya bi pêlavan zêdetir e.
Çavkaniyeke tenduristiyê ya cîhanî ragihand ku meşa bi pêxwasî sûdê digihîne derûnê mirovan.
Çavkaniya tenduristiyê ya cîhanî Mayo Clinicê di encamên lêkolîneke xwe de ragihand ku meşa bi pêxwasî liv û tevgerê sererast dike, zexta li ser piştê kêm dike û di heman demê de hevsengiya meşê diparêze.
Her wiha meşa bi pêxwasî masûlkeyên ling û pêyan xurt dike û ev yek di dema meşê de piştgiriyeke zêdetir dide lingan.
Mayo Clinic eşkere dike ku di aliyê derûnî de, meşa bi pêxwasî ya di nav xwezayê de yan jî li ser keviran alîkar e ku enerjiya erênî bide laş û hormonên fikarê kêm bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse