LÊKOLÎN - Xwarina sandwîça bi sosîs metirsiya penceşêrê zêde dike

21-07-2025
RÛDAW
Nîşan Sandwîça Bi Sosîs Hotdog Tenduristî Penceşêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke nû ya Zanîngeha Washingtonê ya Amerîkayê balê dikişîne ser bandorên neyînî yên xwarina goştê enduristyel ên li ser tenduristiyê.

Li gorî lêkolînê, xwarina her roj tenê yek sandwîça bi sosîs ango hotdogê, dikare metirsiya tûşbûna hinek corên penceşêrê bi awayekî berbiçav zêde bike.

Encamên lêkolînê metirsîdar in

Li gorî agahiyên ku zanyaran parve kirine:

-Xwarina hotdogekê bi awayekî birêkûpêk her roj, metirsiya tûşbûna penceşêra kolon û rektûmê ji sedî 7 heta 18an zêde dike.

-Heman rêjeya xwarina goştê kar li ser hatiye kirin, metirsiya nexweşiya şekir a corê 2yan jî bi qasî ji sedî 11an zêde dike.

Lêkolîner wekî sedemên sereke yên van metirsiyan, madeyên parastinê yên wekî nîtrat û nîtrît ku di goştên kar li ser hatiye kirin de tên bikaranîn, her wiha rêjeya zêde ya rûnê têrbûyî û sodyûmê nîşan didin.

Her wiha rêbazên pijandinê yên di germahiyeke bilind de jî dikarin bibin sedema çêbûna madeyên zererdar.

Hişyariya pisporan: Divê nebe beşek ji xwarina rojane

Nivîskarê sereke yê lêkolînê Demie Oz Haileh, li ser encamên ku bi dest xistine ev nirxandin kir:

“Divê xwarina goştê kar li ser hatiye kirin teqez bê sînordarkirin û nebe beşek ji adetên me yên xwarina rojane.

Bi taybetî ji bo zarok û kesên di komên rîskê de ne, ev mijar hîn krîtîktir dibe.”

Haileh bal kişand ser girîngiya alternatîfên tendurist û got:

“Di sîstema xwe ya xwarinê de giringîdana çavkaniyên proteînî yên wekî goştê mirîşkê, masî, goştê sor ê bêrûn û yên riwekî dê ji bo tenduristiya me bijardeyeke gelekî ewletir be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst