Hewlêr (Rûdaw) - Li Nexweşxaneya Zanîngeha Heranê ya Rihayê ji zikê jinekê tumoreke bi giraniya 15 kîlo û 800 gramî bi emeliyatê hat derxistin.
Li gorî daxuyaniya nexweşxaneyê, Gulsum Onala 45 salî ya ku li Mêrdînê dijî, ji ber ku girseya di zikê wê de roj bi roj mezin dibû û bandoreke neyînî li jiyana wê dikir, serî li Nexweşxaneya Zanîngeha Heranê daye.
Di lêkolînên hûr û kûr de tumoreke retroperîtoneal a bi mezinahiya 30x40 santîmetreyî ku bi piranî valahiya zikê Onalê dagirtibû û bi awayekî giran bi organên jiyanî û damarên sereke ve zeliqîbû, hat tespîtkirin.
Tumor, ji aliyê Prof. Dr. Faîk Tatli û tîma wî ve bi emeliyateke serkeftî hat derxistin.
"Me hemû girse bi yekcarî derxist"
Tatli diyar kir ku tumorê beşek ji rûviya stûr û derdora damarên mezin girtibû û got:
"Me bêyî ku zererê bidin beşên jiyanî, hemû girse bi yekcarî derxist. Giraniya tumorê 15 kîlo û 800 gram hat pîvandin.
Nexweşa me beriya emeliyatê nikarîbû bimeşiya. Piştî emeliyatê karîbû bi serê xwe bimeşe û bi awayekî saxlem ji nexweşxaneyê derket."
Gulsum Onalê jî diyar kir ku ew xwe wekî ku ji nû ve ji dayîk bûbe hîs dike û got:
"Girseya ku bi salan bû mezin dibû, ez ji jiyanê qut kiribûm.
Niha bêhna min rehet e, ez dikarim bimeşim û cilên min ên berê jî ji min re mezin tên. Vê tîmê jiyana min li min vegerand."
Serokê Nexweşxaneya Zanîngeha Heranê Doç. Dr. Îdrîs Kirhan jî diyar kir ku wan serkeftineke din a girîng ku kapasîteya cerahî ya bipêşketî ya nexweşxaneyê nîşan dide bi dest xistiye û hemû tîm pîroz kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse