WHO: Welat hevkariya hev nekin Corona dê 2 milyon kes bikuje

26-09-2020
RÛDAW
Nîşan WHO Rêxistina Tendirustiya Cîhanî Coronavirus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Tendirustiya Cîhanî hişyariyê dide, eger welatên cîhanê bi hevre kar nekin ji bo rûbirûbûna Coronayê, zêdetir ji 2 milyon kes dê bi wê vîrusê bimirin.

Di demekê de ku hejmara wan kesên bi Corona canê xwe ji dest dane ji milyonek kes nêzîk dibe, Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) jî hişyariyê li dide.

Li gor Rêxistina Tendirustiya Cîhanî ne dûr e ku hejmara kesên bi Coronayê canê xwe ji dest dane bigihije zêdetir ji du milyon kes, eger welatên cîhanê û xelk bi hev re kar nekin ji bo rûbirûbûna vê vîrusê.

Rêveberê Beşa Hawarçûnê li WHO Michael Ryan dibêje, milyonek kes hejmareke xirab e û “pêwîst e em lê bifikirin berî ku milyoneke din zêde bibe.”

Dr. Michael Ryan dibêje, eger cîhan amadekariyan neke, wê hejmara miriyên Corona bigihe zêdetir ji du milyonan.

Heta niha li seranserê cîhanê, zêdetir ji 32 milyon û 644 hezar kes bi Corona ketine, 990 hezar û 700 kes jî bi Coronayê mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst