Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke nû ya li Almanyayê derxistiye holê ku vexwarinên bigaz mirovan xemok û depresîv dikin û ev yek jî di nav jinan de gelekî zêdetir e.
Lêkolîn ji aliyê Navenda Lêkolînan a Şekirê ya Almanyayê ve li ser nêzîkî hezar kesî hatiye kirin.
Di encama lêkolînê de derketiye holê ku ji ber vexwarinên bigaz jin zêdetir di bin bandora pirsgirêkên derûnî yên wekî xemokî û fikaran de dimînin.
Serpereştyara lêkolînê Dr. Sharmili Edwin Thanarajahê da zanîn:
"Vexwarinên bigaz zêde şekir dihewînin û ev yek dihêle ku bakteriyên mîdeyê çalak nebin ku bi vî awayî dibe sedema xemokiyê."
Lêkolîner her wiha diyar dikin ku eger di nav bakteriyên sûdmend ên rûviyan de nehevsengiyek çêbibe dê nexweşiyên derûnî derkevin holê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse