Hewlêr (Rûdaw) - Baweriyeke berbelav heye ku jin ji mêran zêdetir diaxivin.
Lêkolîneke nû ya zanistî vê mijarê zelal dike û derdixe holê ku jinên di navbera 25 û 64 salî de bi rastî jî ji mêran zêdetir peyvan bi kar tînin lê di komên salan ên din de cudahiyeke berbiçav di navbera her du zayendan de nîne.
Lêkolîneke nû ku di kovara zanistî ya Amerîkayê “Derûnnasiya Kesayetî û Civakî” de hatiye weşandin, bi analîza amarên zêdetirî 2 hezar beşdarên ji çar welatan, hewl dide mijarê zelal bike.
Ji bo lêkolînê, lêkoleran amûrên tomarkirina deng dane beşdaran da ku bipîvin ka di rojekê de çend peyvan bi kar tînin.
Lêkoler gihîştin wê encamê ku di axaftinê de di navbera her du zayendan de cudahî heye.
Encam nîşan didin ku jin di hinek komên salan ên diyar de, bi awayekî berbiçav ji mêran zêdetir diaxivin lê di komên salan ên din de cudahiyeke ew qasî mezin nîne.
Rojane nêzîkî 3 hezar peyvên zêdetir
Piştî analîza zêdetirî 631 hezar tomarên dengî, derket holê ku jinên di navbera 25 û 64 salî de rojane nêzîkî 3 hezar peyvan ji mêran zêdetir bi kar tînin.
Di vê komê de, jin rojane 21 hezar û 845 peyvan û mêr jî 18 hezar û 570 peyvan bi kar tînin.
Lêkolînê her wiha destnîşan kir ku di nûciwaniyê de (10-17 salî) her wiha di navbera 18 û 24 salî de û piştî 65 saliyê, rêjeya axaftina her du zayendan nêzîkî hev e û cudahiyeke berbiçav nîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse