Hewlêr (Rûdaw) - Li Amerîkayê pitikek ji embriyoyeke ku 31 sal berê hatibû cemidandin hat dinyayê û ev yek di warê bijîşkiyê de bû rekoreke nû.
Li gorî nûçeya NTVyê, Thaddeus Daniel Pierceyê ku li eyaleta Ohioyê ya Amerîkayê hat dinyayê, wekî “pitikê ku ji embriyoya herî kevn hat dinyayê” hat tomarkirin.
Thaddeusê ku 26ê Tîrmehê hat dinyayê, ji embriyoyeke ku sala 1994an hatibû cemidandin çêbû û di dîroka bijîşkiyê de rekoreke balkêş şikand.
Lindsey û Tim Pierce, par ew embriyoya ku nêzîkî 30 salan cemidî ma wekî zarok ji xwe qebûl kir.
Berî 30 salî wê demê, yek ji hevjînan hîn dest bi dibistana seretayî jî nekiribû.
Lindsey Pierceyê diyar kir ku armanca wan ne şikandina rekorê bû û got, “Me tenê dixwest ku zarokekî me çêbibe.”
Xwişka wî 30 salî ye
Embriyoya dîrokî, yek ji çar embriyoyên ku di salên 1990î de ji aliyê Linda Archerd û hevjînê wê yê wê demê ve bi rêbaza IVFyê hatibûn çêkirin bû.
Yek ji wan embriyoyan, 30 sal berê bûbû û ew keç niha bi xwe jî dayîk e.
Sê embriyoyên din ji bo demeke dirêj di depoyê de hatibûn parastin.
Bi milyonan embriyoyên cemidî li benda çarenivîsa xwe ne
Tê texmînkirin ku li seranserî cîhanê bi milyonan embriyoyên cemidî hene ku ji bo bikaranîna di tedawiyên IVFyê de tên parastin.
Hinek ji van embriyoyan ji ber rewşa tenduristî, temen an jî faktorên din wekî “bi zehmet tên bicihkirin” tên dîtin û embriyoya Thaddeus jî di vê kategoriyê de bû.
Malbata Pierceyan ku 7 salan zarokên wan çênebû, bi qeydkirina li bernameyeke taybet, hêviyên xwe bi ewladkirina embriyoyê ve girê dan.
Lindsey Pierceyê anî ziman:
“Pêvajoyeke dijwar a zayînê bû lê niha em her du jî baş in.
Em gelekî kêfxweş in ku em xwediyê vî pitikê hêja ne.”
Ji bûyîna Louise Browna ku sala 1978an wekî pitika yekem a IVFyê hat dinyayê û heta niha, bi milyonan zarok bi vê rêbazê hatine dinyayê.
Lê jidayikbûna Thaddeus, sînorên van teknîkan û bipêşketina di warê bijîşkiyê de careke din raxist pêş çavan.
Linda Archerdê jî hestên xwe wiha anî ziman, “Tecrubeyeke surreal bû. Heta bawerkirin pê jî zehmet e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse