Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê li mala xwe Adana Demirspor 7-0 têk bir û bi 46 puanan dîsa bû lîderê lîgê.
Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedspor di hefteya 23yan a Lîga 1emîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de li mala xwe mazûvaniya Adana Demirsporê kir.
Amedspora ku îdiaya xwe ya şampiyoniyê didomîne, li pêşberî alîgirên xwe performansekî bêhempa nîşan da.
Tîma Amedê ku di nîvê yekem ê sezonê de jî Adana Demirspor 8-1 têk biribû, vê carê jî bi encameke dîrokî ya 7-0 ji qadê veqetiya û di rêya şampiyoniyê de avantajeke mezin bi dest xist.
Di kadroya Amedsporê de Erce Kardeşler ji ber cezayê karta zer, Veysel Sapan û Adama Traore jî ji ber ku seqet bûn cih negirtin.
Peyama li dijî çêran
Beriya ku maç dest pê bike, lîstikvanêb her du tîman û hakem bi pankarta "Em aşiqê futbolê ne, em li dijî çêran in" derketin qadê.
Li aliyê din, Serokê Amedsporê Nahît Eren jî ji ber cezayê xwe yê 15 rojan ê “bêparhiştina ji mafan” ku ji aliyê Lijneya Disîplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK) ve lê hatibû birîn, nekarî maça tîma xwe li stadyumê temaşe bike.
Sedema cezayê wî vîdeoyeke “kezî”yê bû ku li ser hesabên fermî yên medyayê civakî hatibû parvekirin.
Di nîvê yekem de 3 gol
Amedsporê bi lez dest bi maçê kir û di xulekên destpêkê de zext li qeleya hevrikê xwe kir.
Mbaye Diagne xuleka 21ê perdeya golan vekir.
Sinan Kurt xuleka 44an ferq derxist duyan û Florent Hasanî jî xuleka 45+1ê gola sêyem a amedsporê avêt.
Nîvê yekem bi encama 3-0 qediya.
Barana golan berdewam kir
Di nîvê duyem de Amedspor ranewestiya û êrişên xwe domandin.
Andre Poko xuleka 51ê gola çaremîn avêt.
Hasanî xuleka 58an careke din derket ser dikê û gola xwe ya duyem û ya tîma xwe ya pêncem avêt.
Çekdar Orhanê ku di nîvê duyem de tevlî lîstikê bûbû, xuleka 76an de skor kir 6-0.
Tarkan Serbest xuleka 86an gola dawî ya maçê avêt û Amedspor bi encama 7-0 bi ser ket.
Bi vê encamê Amedspor bi 46 puanan dîsa li ser kursiyê lîderiyê rûnişt.
Erzurumspor jî bi 45 puanan di rêza duyem de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse