Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê bi lîstikeke bihêz zora tîma Bandirmasporê bir û bû lîder.
Amedspora ku di Lîga 1êmîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têkoşîna lîderiyê dide, di maça hefteya 17an de li Stadyuma Amedê mazûvaniya Bandirmasporê kir.
Di maça ku saet 19:00an dest pê kir de tîma Kesk û Sor bi encama 2-1 bi ser ket û bi 3 puanan ji qadê veqetiya.
Bi vê encamê re Amedspor piştî 17 hefteyan an go cara yekem di lîgê de bû lîder.
Di nîvê yekem de 2 gol
Amedsporê di nîvê yekem ê maçê de lîstikeke bibandor nîşan da û xuleka 42yan bi gola Dia Saba 1-0 ket pêş.
Tîma mazûvan di xulekên zêdekirî yên nîvê yekem de bi gola Daniel Moreno ya xuleka 45+3yan ferq derxist duyan û nîvê yekem bi encama 2-0 bi dawî bû.
Bandirmasporê ferq daxist yekê
Bandirmasporê di nîvê duyem de hewl da hevsengiyê bîne lîstikê.
Tîma mêvan xuleka 68an bi gola Rahmetullah Berîşbek ferq daxist yekê.
Di xulekên mayî de ti golên din çênebûn û Amedsporê bi encama 2-1ê 3 puan xistin berîka xwe.
Piştî 17 hefteyan lîderî
Bi vê serkeftinê re Amedsporê puanên xwe derxistin 35an û li ser kursiyê lîderiyê rûnişt.
Eger vê hefteyê Pendikspor têk biçe an jî wekhev bimînê, Amedspor dê lîdertiya xwe bidomîne.
Li aliyê din, alîgirên ku Stadyuma Amedê dagirtibû, piştî maçê kêfxweşiyeke mezin nîşan da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse