Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Adana Demirsporê Bedirhan Durak piştî ku tîma wî li mala xwe li hemberî Amedsporê 8-1 têk çû, îstifa kir.
Adana Demirspor piştî 4 sezonan ji Lîga Super daketibû.
Serokê Adana Demirsporê ya ku di Lîga 1emîn a Tirkiyeyê de dilîze, Bedirhan Durak ragihand ku wî dev ji karê xwe berdaye.
Durak, piştî têkçûna bi encama 8-1ê ya li hemberî Amedsporê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û diyar kir ku "di her serkeftinê de, di her zehmetiyê de û di her hêsirê de dilê wî ji bo armaya Adana Demirsporê lê daye."
Bedirhan Durak anî ziman ku ew bi bextewariyeke bêhempa xizmeta civateke mezin kiriye û got:
"Ez bi rûmeteke mezin, bi hezkirin û bi hesteke bêdawî ya minetdariyê dev ji posta Serokatiya Klûba Adana Demirsporê berdidim.”
Durak spasiya xebatkarên klûbê, serokê berê Murat Sancak û alîgiran kir.
Maça Galatasarayê
Bedirhan Durak di hefteya 23yan a sezona borî de di deqîqeya 32yan a maça Galatasarayê de ji ber biryarên hakem bertek nîşan dabû û tîma xwe ji qadê vekişandibû.
Piştî cezayê ku hatibû dayîn, wî ragihandibû ku ew dev ji karê xwe berdaye.
Lê Durak 2 roj şûn de diyar kiribû ku îstifaya wî ji aliyê lijneya birêveberiyê ve nehatiye qebûlkirin û ew dê li ser karê xwe bimîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse