Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji biryara xwe ya cezakirina Amedsporê ya ji ber Kurdî bi paş de gav avêt.
TFFyê berê slogana bi Kurdî ya li ser formayên Amedsporê qebûl kiribû lê paşê ceza lê birîbû.
Federasyonê ji ber nivîsa bi Kurdî ya "Koma Me Bona We" ya li ser formayên lîstikvanên Amedsporê doh dîsa 110 hezar lîreyê Tirkî ceza li Amedsporê birî.
Berê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê slogan qebûl kiribû lê paşê ceza lê birîbû, ev yek jî bûbû sedema bertekên gelek siyasetmedaran, bi taybetî Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, saziyên civaka sivîl û raya giştî ya werzişê.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, TFFyê piştî bertekên tund ên raya giştî, hemû belgeyên pêvajoya serlêdanê yên derbarê Kompanyaya TEZGELê ya sponsorê sîngê yê Amedsporê bi hûrgilî lêkolîn kirine.
Derketiye holê ku Kompanyaya TEZGELê bi salan e li Amedê kar dike û marka û dirûşma Kurdî ya ku di sponsoriyê de hatiye bikaranîn, li cem Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê tomarkirî û yasayî ye.
Ji bo maça Wanê ceza nehat xwestin
TFFyê ku berê ji ber dirûşma Kurdî ya li ser formayê di maçên Sakarya û Sariyerê de 220 hezar lîre ceza li Amedsporê birîbû, ji bo maça Wanê ya ku heman forma hatibû lixwekirin Amedspor sewqî lijneya dîsîplînê nekir.
Ev jî nîşan dide ku krîza formaya bi dirûşma Kurdî ya di navbera TFF û Amedsporê de çareser bûye.
Tê payîn ku cezayên hatine dayîn bên betalkirin
Tê payîn ku cezayên ku piştî maçên Sakarya û Sariyerê li Amedsporê hatibûn birîn jî piştî serlêdana Amedsporê ya li Lijneya Tahkîmê bên betalkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse