Amedspor li deplasmanê li pey 3 puanan e

02-11-2025
Nîşan Amedspor Manisa FK Maç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspora ku di Lîga Yekemîn a Trendyolê de grafîkeke serkeftî nîşan dide, di hefteya 12emîn de dibe mêvanê Manisa FKyê.

Maç îro saet 13:30î li Stadyuma 19ê Gulanê ya Manîsayê tê lîstin.

Encama vê maça ku hakemê wê Melîh Aldemîr e gelekî tê meraqkirin.

Her du tîm heta niha 5 caran hatine pêşberî hev.

Di van maçan de Amedspor 2 caran û Manisa FK jî 2 caran bi ser ketiye û maçeke jî bi wekheviyê qediyaye.

Tîma Manîsayê bi giştî 13 gol kirine û Amedsporê bi 8 golan bersiv daye.

Divê were gotin ku Amedspor di 11 maçan de bi 20 puanan di rêza 5an de ye û Manisa FK jî bi 10 puanan di rêza 16an de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst