Amedspor dixwaze hêza alîgirên xwe bibîne: 'Em çend kes in?'

02-12-2025
RÛDAW
Nîşan Amedspor Kampanya Piştgirî Alîgir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê ji bo ku piştgiriya alîgirên xwe diyar bike û tevkariyê li binesaziya domdar a klubê bike, kampanyaya SMSan a bi navnîşana "Em çend kes in?" da destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de, alîgir dikarin ji hemû operatorên GSMê peyva "AMEDSPOR" binivîsin û ji 2139an re bişînin.

Bi vî awayî ew dikarin piştgiriyê bidin tîma xwe.

Amedspor di Lîga Yekemîn a Trendyolê de dilîze.

Amedsporê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku her SMSa ku bê şandin dê hem alîkariya madî bide klubê û hem jî dê piştgiriya xurt a civaka mezin a Amedsporê derxe holê.

Amedsporê diyar kir ku ew bawer dikin dê alîgir eleqeyeke mezin nîşanî vê kampanyayê bidin û got:

"Bersiva pirsa 'Em çend kes in?' dê careke din piştrast bike ku em bi têkoşîna xwe ya li qadê û coşa xwe ya li trîbunan malbateke çi qasî mezin in."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst