Ji bo Amedsporê dest bi kampanyayekê hat kirin

3 demjimêr berê
Nîşan Amedspor Piştgirî Kampanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo Amedsporê dest bi kampanyayeke piştgirî û hevgirtinê hat kirin.

Amedsporê ev agahî bi rêya hesabên xwe yên fermî belav kir û da zanîn ku rêxistinên pîşeyî û yên civaka sivîl ên Amedê ev kampanya daye destpêkirin.

Yên ku dixwazin tevlî kampanyayê dibin û pereyan bibexşînin dikarin bi rêya malpera fermî ya Amedsporê bi beşa “Bibexşîne/Bağış Yap”ê alîkariyê bikin.

Daxuyaniya Amedsporê bi vî rengî ye:

“Rêxistinên pîşeyî û yên civaka sivîl ên bajarê me ragihandiye ku wan ji bo kuluba me dest bi kampanyayeke piştgirî û hevgirtinê kiriye.

Ji ber hejmareke zêde ya daxwazên ku me wergirtine di derbarê çawaniya piştgiriya kampanyayê de, me hewce dît ku em vê agahiyê bidin.

Kesên ku dixwazin piştgiriya pereyî bidin kuluba me, dikarin bi ewlehî û lez bi rêya beşa "Bibexşîne” a li ser malpera me http://amedspor.com.tr vê yekê bikin.

Ev agahî ji bo hemû alîgirên me yên ku dixwazin bi bexşên xwe piştgiriya kuluba me bikin tê ragihandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst