Lîstikvanê navdar û birayê xwe mirin

03-07-2025
RÛDAW
Nîşan Diogo Jota André Silva Portugal Qeza Mirin Liverpool
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvanê futbolê yê tîma Liverpool û Tîma Neteweyî ya Portugalê Diogo Jota li Spanyayê di qezayeke trafîkê de mir.

Li gorî çapemeniya Spanyayê, Jota bi birayê xwe yê lîstikvan André Silva re li nêzîkî Palacios de Sanabria ya herêma Zamorayê Spanyayê qezayeke trafîkê kiriye.

Di qezayê de Diogo Jotayê 28 salî û birayê wî André Silvayê 26 salî li cihê bûyerê mirine.

Federasyona Futbolê ya Portugalê di daxuyaniya xwe de nûçeya mirina Jota û birayê wî André Silva piştrast kir û got:

"Wefata bêwext a Diogo û André ji bo futbola Portugalê windahiyeke ku nayê telafîkirin e.

Ji bo ku em rêz li mîrasa wan bigirin, çi ji destê me bê em dê bikin."

Jotayê ku formayê Liverpoolê li xwe dikir, di kariyera xwe de berê di klubên Paços de Ferreira, Atlético Madrid, Porto û Wolverhamptonê de lîstibû.

Jota bi Tîma Neteweyî ya Portugalê re derketibû 49 maçan û di van pêşbirkan de 14 gol tomar kiribûn.

"Kluba me di nava xemgîniyeke kûr de ye"

Yek ji klubên dêrîn ên Portugalê, Portoyê di daxuyaniya xwe ya sersaxiyê de wiha got:

"Kluba me di nava xemgîniyeke kûr de ye. Em sersaxiya xwe ya ji dil pêşkêşî malbat û hezkiriyên Diogo Jota û birayê wî André Silva dikin."

Jota 4ê Kanûna Pêşîn 1996an de li bajarê Portoyê ji dayîk bûbû.

Her wiha hat zanîn ku lîstikvanê stêrk ê 28 salî, tenê pênc roj berê salvegera zewaca xwe pîroz kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst