Tramvay ji rêya xwe derket: 15 mirî, 18 birîndar

03-09-2025
RÛDAW
Nîşan Portugal Tramvay qeza Lîzbon Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Lîzbona paytexta Portugalê di qezaya ku tramvayek ji rê derket de 15 kesan canê xwe ji dest da û 5 jê giran 18 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên medyaya welêt, tramvaya Gloriayê ya ku yek ji sembolên Lîzbonê ye û geştyar eleqeyeke mezin nîşanî wê didin, li gorî dema herêmî saet derdora 18:00an ji rê derket.

Di qezayê de 15 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 jê giran 18 kes jî birîndar bûn.

Serokkomarê Portugalê Marcelo Rebelo de Sousa di daxuyaniyeke nivîskî de piştrast kir ku di qezayê de mirî û birîndar hene û xemgîniya xwe anî ziman.

Di vîdeoyên li ser medyaya civakî de tê dîtin ku dû ji tramvayê bilind dibe û xelk hewl dide enqazê rake.

Li aliyê din, ji ber qezayê hikûmeta Portugalê rojekê û Şaredariya Lîzbonê jî 3 rojan şîna neteweyî ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst