Birîndariya Yamal bûye serêşî: Barcelona tengezar e

09-11-2025
RÛDAW
Nîşan Barcelona Lamine Yamal Futbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fikarên li nav Barcelonayê yên derbarê Lamine Yamal ji ber êşên wî yên berdewam zêde dibin û ev yek gefê li berdewamiya wî ya li stadyuman dixwe.

Barcelona di rewşeke hestiyar de ye, kluba Katalan ji ber vekirina stadyuma nû ya Camp Nouyê gelekî kêfxweş bû, ji ber ku hesteke nûbûnê dide wan lê di heman demê de ji ber rewşa tenduristiyê ya stêrkê ciwan Lamine Yamal, fikareke mezin li ser heye.

Lamine Yamal ji ber êşeke demdirêj a di piştêna hewzê xwe de (pelvis) dinale.

Birîndariya piştêna hewzê gefê li paşeroja wî dixwe

Van êşên berdewam bi awayekî berbiçav bandor li şiyanên wî kiriye, ji ber ku ew ji ber zêdebûna vê birîndariya masûlkeyan a ku çareserkirina wê dijwar e beşdarî gelek maçên hefteyên borî nebûye.

Tevî hewlên lîstikvanê ciwan ji bo derbaskirina van pirsgirêkan, birîndariyên masûlkeyan ên li piştêna hewzê pir aloz in û ev yek dike ku pêvajoya başbûnê demekê dirêjtir bixwaze.

Ji bo birînê şêwira bijîşkî

Ji ber aloziya rewşê, Barcelonayê biryar da ku sûdê ji çareseriyên herî nû yên bijîşkî wergire.

Klub bi bijîşkê navdar ê Fînlandî Dr. Lasse Lempainen şêwirî ku berê di birîndariyên bi heman rengî de alîkariya klubê kiribû.

Dr. Lasse Lempainen berê hejmarek lîstikvanên Barcelonayê yên wekî Ronald Araujo, Alejandro Balde û Ousmane Dembele emeliyat kiribûn.

Lempainen bi bijîşkên tîmê re li ser rêbazên çareserkirina êşên piştêna hewzê yên Yamal gotûbêj kir û tekezî li ser wê yekê kir ku niha emeliyat ne bijardeya yekem e.

Paşeroja Yamal a bi Barcelonayê re

Tevî nediyariya rewşa tenduristiya Yamal di nav klubê de geşbîniyek li ser şiyana derbaskirina van birîndariyan heye, Barcelona dibêje salên wî yên herî baş hîn li pêş in.

Lempainen di daxuyaniyeke xwe de ji tora MTV Uutisetê re got:

"Me bi bijîşkê klubê re nîşanên ku Lamine Yamal pê diêşe gotûbêj kirin.

Ew bi temamî ji asta wê astengiyê ya di parastina tenduristiya wî de di rewşa herî baş de haydar in, bi taybetî bi beşdariya wî ya berdewam a di maçan û tîma neteweyî de."

Lamine Yamal xwe bernade

Lamine Yamal tevî zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimîne, geşbîn e û bi israr e ku vegere ser asta xwe ya berê.

Yamal piştî ku di maça dawî ya Lîga Şampiyonan de wekî lîstikvanê herî baş hat hilbijartin hemû ew gotegotên ku derbarê rewşa wî ya tenduristiyê belav bûbûn red kir û tekezî li ser wê yekê kir ku axaftina li ser rewşa wî ya tenduristiyê ji asta wê mezintir hatiye nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst