Hewlêr (Rûdaw) - PSG di qonaxa 16 tîmên dawî ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de li mala xwe 5-2 zora Chelseayê bir û keyse xwe li çaryeka fînalê xweş kir.
Şampiyonê dawî yê Lîga Şampiyonan PSG, di maça yekem a qonaxa 16an de mazûvaniya Chelseaya nûnera Îngilistanê kir.
Pêşbirk li stadyuma Parc des Princes hat lîstin, tîma malxwe rehm li mêhvanê xwe nekir û gol lê barandin.
Golên ku serkeftin ji PSGyê re anî, xuleka 10an ji aliyê Bradley Barcola û xuleka 40î ji aliyê Ousmane Dembele ve hatin avêtin.
Di nîvê duyem de Vitinha xuleka 74an gog şand toran.
Her wiha Khvicha Kvaratskhelia jî xulekên 86 û 90+4an du golên din kirin û encama maçê diyar kir.
Golên Chelseayê jî xuleka 28an ji aliyê Malo Gusto û xuleka 57an ji aliyê Enzo Fernandez ve hatin avêtin.
Her du tîm dê hefteya pêşiya ji bo maça rovanşê li Îngilistanê werin pêşberî hev.
Maça duyem 17ê Adarê demjimêr 23:00yan e (bi dema Kurdistanê).
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse