Hewlêr (Rûdaw) - Vanspor FKyê di çarçoveya hefteya 26an a Lîga 1emîn a Trendyolê de li mala xwe derket pêşberî Bodrum FKyê û bi encama 3-1 bi ser ket.
Vanspor FKyê di hefteya 26an a Lîga 1emîn a Trendyolê de li stadyuma xwe mêvandarî li Bodrum FKyê kir.
Lîstivakanê Bodrum FKyê Îsmaîl Tarim di xuleka 22yan de golek avêt û tîma xwe 1-0 pêş xist.
Nîva yekem bi serdestiya Bodrumê bi dawî bû.
Vansporê di nîva duyem de toza xwe avêt.
Lîstikvanê Vansporê Jefferson di xulekên 51 û 65an de du gol avêtin tora Bodrumê.
Gola din a tîma Wanê di xuleka 55an de Ivan Cedric avêt.
Vanspor bi skora 3-1 bi ser ket û serkeftineke girîng bi dest xist.
Bi vê encamê puanên Vansporê derketin 38an, puanên Bodrum FKyê jî li 45an man.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse