Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Fransayê Paris Saint-Germain (PSG) di fînala Kupaya Navparzemînan a FIFAyê ya 2025an de nûnerê Brezîlyayê Flamengo bi penaltiyan têk bir û bû şampiyon.
Qelevanê PSGyê Matvei Safonov bi performansa xwe ya di penaltiyan de mohra xwe li maçê xist.
Fînala Kupaya Navparzemînan a FIFAyê ya 2025an li Stadyuma Ehmed bîn Elî ya li bajarê Al Rayyanê yê Qatarê hat lîstin.
Tîma Fransayê PSG û tîma Brezîlyayê Flamengo hatin pêşberî hev.
Di 120 xulekî de wekhevî xera nebû
PSG xuleka 38an bi gola Khvicha Kvaratskhelia 1-0 ket pêş û nîvê yekem bi vê encamê bi dawî bû.
Flamengoyê xuleka 62yan bi gola penaltiyê ya Jorginho bersiv da û skor kir 1-1.
Di dema asayî ya maçê de wekhevî xera nebû û maç derbasî dema zêdekirî bû.
Di 120 xulekan de jî aliyan nekarî gola serkeftinê bibînin û çarenivîsa kupayê ma penaltiyan.
Safonov li pey hev 4 penaltî derxistin
Di avêtina penaltiyan de lehengek derket ser dikê: Matvei Safonov.
Qelevanê Rûs ê PSGyê di penaltiyan de li qela xwe bû dîwar û li pey hev 4 penaltiyên lîstikvanên Flamengoyê derxistin.
Di encama penaltiyan de PSG 2-1 bi ser ket û bû xwediyê kupayê.
Di salekê de 6 kupa
Bi vê encamê re PSGyê di nava salekê de 6 kupa qezenc kirin.
PSG bû tîma sêyemîn di dîrokê de ku vê serkeftinê bi dest dixe.
Kupayên ku PSGê îsal bi dest xistine ev in:
- Ligue 1
- Kupaya Fransayê
- Kupaya Super a Fransayê
- Lîga Şampiyonan a UEFAyê
- Kupaya Super a UEFAyê
- Kupaya Navparzemînan a FIFAyê
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse