Amedsporê vê carê çavên xwe li Pendiksporê sor kirine

14-09-2025
Nîşan Amedspor Pendikspor Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor di hefteya 5emîn a Lîga Yekemîn a Trendyolê de îro li mala xwe bi Pendiksporê re dilîze.

Maç dê saet 19:00an li stadyuma Amedê dest pê bike û Amedspor dê li ber çavên alîgirên xwe ji bo 3 puanan têbikoşe.

Amedspor di hefteyên dawî de bi performanseke baş balê dikişîne.

Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê hefteya borî li deplasmanê Adana Demirspor 8-1 têk bir û berî wê jî li mala xwe 4-2 zora Sivassporê biribû.

Amedspor bi van encaman bi 7 puanan di lîgê de di rêza 5emîn de cih digire.

Transferên nû hêzê didin tîma Amedê

Amedsporê di heyama transferan a havînê de bi navên girîng tîma xwe xurt kir.

Yek ji transferên herî bibandor lîstikvanê navdar ê Senegalî Cheikhou Kouyaté bû ku bi salan di Premier Lîga Îngilistanê de lîstiye.

Her wiha navên wekî Dia Saba, Mbaye Diagne, Aytaç Kara û Hasan Alî Kaldirim jî tevlî tîmê bûne û wan hêzeke nû daye Amedsporê.

Birêvebiriya Amedsporê bi van transferan nîşan dide ku armanca wê ya Lîga Super cidî ye.

Amedspor piştî maça îro ya bi Pendiksporê re, dê hefteya pêşiya me (21ê Îlonê) li deplasmanê bibe mêvanê Sakaryasporê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst