Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê 1-0 zora Pendîksporê bir û ji deplasmanê bi 3 puanan vegeriya.
Amedspor û tîma Stenbolê Pendikspor di çarçoveya hefteya 29emîn a Lîga Yekemîn a TFFyê de li Stadyuma Pendikê hatin pêşberî hev.
Amedspora ku ji bo 3 puanan derket qadê, di nîva yekem de li hemberî Pendiksprê serkeftî û bi bandortir bû.
Amedsporê her çi qasî performanseke baştir nîşan da jî û çar top ji dîrekê vegeriyan jî nekarî gol biavêje û nîav yekem 0-0 bi dawî bû.
Niva duyem jî kontrola lîstikê di destê Amedsporê de bû lê li gola ku lê digeriya nedikarî bidîta heta xuleka 90+4an.
Lîstikvanê Amedsporê Bruno Lourenço xuleka 90+4an golek kir û tîma xwe 1-0 xist pêş û maç bi vê skorê bi dawî bû.
Amedsporê bi serkeftina xwe ya dawî puana xwe derxist 43yan û derket rêza 8an û şansê xwe yê play offê zêde kir.
Amedspor dawiya hefteyê (16ê Adarê) dê li deplasmanê bi tîmeke din a Bakurê Kurdistanê Erzurumsporê re bilîze.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse