Hewlêr (Rûdaw) - Nûçeyeke gelekî metirsîdar li ser Barcelonayê belav bûye û eger rast derkeve dê pirsgirêkeke mezin derkeve pêşiya tîma Katalonyayê û gefê li sezona tîmê dixwe.
Hinek çavkaniyên medyayî behsa wê yekê dikin ku Lamine Yamal dê rastî dûrketineke ji nişka ve û demdirêj were ku ev yek gefê li paşeroja Barcelonayê dixwe.
Wekî ku ew çavkanî behs dikin, Barcelona piştî guherîneke ji nişka ve ya di rewşa tenduristiyê ya stêrkê xwe Lamine Yamal de di rewşeke gelekî nexweş de ye.
Niha metirsî heye ku ew ji maçên girîng ên Lîga Spanyayê û Lîga Şampiyonan a Ewropayê dûr bikeve.
Tiştê ku cihê pirsê ye, cureyê wê seqetbûnê ye ku Yamal pê ketiye û heta niha hûrgiliyên wê bi awayekî zelal nehatine eşkerekirin.
Lê metirsî ew e hinek çavkanî dibêjin, "îhtimal heye ku nexweşiya Lamine giran û metirsîdar be û ew demeke dirêj ji qadan dûr bikeve".
Yamal her çend nîşanên westanê pê re diyar bûn jî di demên dawî de di hefteya navneteweyî de tevî tîma Spanyayê beşdarî kir.
Ev yek bûbû sedema ecêbmayîna kadroya teknîkî û birêvebiriya Barcelonayê, bi taybetî ji ber bandora vê beşdariyê ya li ser rewşa fîzîkî ya Lamine Yamal.
Rewşa tenduristiyê ya Yamal piştî vegera ji kampê têk çûye
Raporên navxwe yên Barcelonayê eşkere dikin ku rewşa tenduristiyê ya Yamal piştî vegera ji kampa navneteweyî têk çûye.
Vê yekê hiştiye ku ji bo nirxandina rewşa wî berî maçên çarenûssaz karmendên tenduristiyê gavên bilez bavêjin.
Ji ber nediyariya teşhîsa bijîşkî, tîmê biryareke fermî daye û lîstikvan ji maça Valenciayê û her wiha maça Newcastleyê ya di Lîga Şampiyonan de dûr xistiye.
Ev yek di vê qonaxa hestyar de derbeyeke kujer e ji bo tîmê.
Piştî lêkolîn û nirxandinan rojnamegerê Katalan Javi Miguel piştrast kir ku Lamine Yamal ji ber êşa masûlkeyan a li zik û pişta xwe dinale.
Ev seqetbûn pêwîstî bi çavdêriyeke rojane ya hûr heye û heta ku rewşa wî baştir nebe, dema dûrketina wî nikare bi zelalî were diyarkirin.
Ya balkêş ew e ku Yamal beriya ku bi tîma neteweyî ya Spanyayê re biçe ji van êşan dinaliya lê dîsa jî di du maçên li pey hev de lîst.
Ev yek bû sedema hêrsa rahêner Hansi Flick ku di wê baweriyê de ye beşdariya lîstikvan a tevî êşên xwe, bûye sedema girantirbûna seqetbûnê û bêparhiştina Barcelonayê ji yek ji lîstikvanên xwe yên herî girîng.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse