Wanê ji lîderê lîgê puanek stand û vegeriya Serhedan

14-09-2025
Nîşan Vanspor Çorum FK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hefteya 5emîn a Lîga Yekemîn a Trendyolê de Çorum FK û Vanspor FK hatin hemberî hev û maç 0-0 qediya.

Çorumspora lîder ji bo serkeftina xwe ya 5emîn a li pey hev têkoşiya.

Lê Vansporê heta kêliya dawiyê li ber xwe da bi wekheviyê ji deplasmanê bi puanekê vegeriya mala xwe.

Maça ku li Çorumê hat lîstin bi piranî wekî têkoşîneke li nîvê qadê derbas bû û her du tîman jî girîngî da parastinê.

Vanspor di nîvê duyem de hema bêje bi tevahî vekişiya qada xwe û li hemberî Çorumsporê bû wekî dîwarekî ji kevirên Serhedan.

Çorumsporê bi vê encamê re bi 13 puanan lîderiya xwe parast, Vansporê jî bi 8 puanan cihê xwe yê 7emîn parast.

Kutlu: Me pozîsyonek jî neda wan

Rahênerê Îmaj Altyapi Vansporê Hakan Kutlu piştî maçê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku Çorum FK zêdetir xwediyê gogê bû û got:

"Çorum FK tenê aliyê lîstikê guhert û xwediyê topê bû. Serweriya lîstikê di destê wan de bû lê ez dikarim bibêjim me pozîsyonek jî neda wan."

Divê were gotin ku Vanspor dê 20ê Îlonê mazûvaniya Sivassporê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst