Lamine Yamal rê li ber lîstikvanê Swêdî digire

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Lamine Yamal Roony Bardghji Barcelona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvanê ciwan ê Swêdî Roony Bardghji li Barcelonayê rûbirûyê rewşeke dijwar bûye û ji planên Hansi Flick hatiye dûrxistin.

Roony Bardghjiyê 20 salî di 12 maçên dawî yên tîmê yên sala 2026an de tenê di 5 maçan de lîstiye.

Tevahiya xulekên lîstina wî 160 xulek in. Ev yek nîşan dide ku ew ji pêkhateya sereke ya Barcelonayê qut bûye.

Ev ne cara ewil e ku Bardghji di vê sezonê de dibe temaşevanê maçan.

Berê jî di meha 11an a sala borî de ji bo gelek maçan li ser kursiya yedekê ma.

Niha jî tenê di dawiya maçan de wekî lîstikvanê yedek bi qasî 10 xulekan dilîze.

Ev rewş bipêşketina wî lîstikvanî dixe metirsiyê.

Bandora Lamine Yamal

Sedema sereke ya piştguhkirina vî lîstikvanî li Lamine Yamal vedigere.

Lamine Yamal di heman cihê wî de dilîze û di pêkhateya Hansi Flick de bûye lîstikvanekî destlênedayî.

Yamal di maçên Kupaya Şahê Spanyayê de jî ranaweste.

Ev yek jî rê li ber Bardghji digire ku şiyanên xwe nîşan bide.

Transferên nû û zext

Ji bilî rikeberiya navxweyî, gotegotên transgera lîstikvanên nû jî zextê li ser Bardghji çêdikin.

Barcelona çavê xwe li veguhastina êrişberên asta bilind girtiye û navê Julian Alvarez derbas dibe.

Her çi qasî Serokê Atletico Madridê Enrique Cerezo ragihandibe ku Barcelonayê bi fermî pêwendî bi wan re nedaniye jî, hewlên tîmê yên ji bo anîna êrişberên nû rewşa Bardghji girantir dikin.

Rexneyên li ser Hansi Flick

Piştî têkçûna Barcelonayê ya di Kupaya Şahê Spanyayê de ya li hemberî Atletico Madridê, ji ber kêm bikaranîna lîstikvanên yedek rexne li Hansi Flick hatin girtin.

Flick li ser rewşa tîma xwe got, "Me baş nelîst. Divê em ji bo maça duyem şer bikin. Di nîvê yekem de min ew tîma ku min dixwest bibînim nedît."

Tevî gotinên Flick jî, hîn baweriya wî ya tam bi Bardghji nîne û divê ev lîstikvan di wî wextê kêm de xwe îsbat bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst