Hewlêr (Rûdaw) - Tîma futbolê ya Inter Miamiyê ya Lîga Amerîkayê serkeftineke din bi dest xist û zora Los Angeles Galaxyê bir.
Inter Miami li qada xwe û li pêşberî alîgirên xwe bi Los Angeles Galaxyê re lîst.
Sê xulek beriya dawiya nîva yekem, Jordi Alba bi asîsta Busquets gola pêşketinê ji bo xwediyê malê tomar kir.
Di nîva duyem de Messî hewl da ku ferqê zêdetir bike lê topa wî çû derve.
Di xuleka 59an de Joseph Paintsil encam ji bo tîma mêvan wekhev kir.
Lionel Messî di xuleka 83yan de lîstikvanên Los Angeles Galaxyê li dû xwe hiştin û encam di berjewendiya Inter Miamiyê de guhert û tîma xwe 2-1 bi pêş xist.
Piştî çend xulekan Luis Suarez gola sêyemn tomar kir û Inter Miami bi 3 golan li hemberî golekê di maçê de bi ser ket.
Ev serkeftina 13emîn a Inter Miamiyê ya vê sezonê ye.
Tîm bi 45 puanan di rêza pêncemîn de ye û 3 maç ji hevrikên xwe kêmtir lîstiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse