Ronaldo îsal jî binê berîkê dagirt

17-10-2025
Nîşan Cristiano Ronaldo Pere Lûtke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navê li lûtkeya lîsteya futbolîstên ku herî zêde pereyan bi dest dixin neguherî û Cristiano Ronaldo di kluba zengînên qadên kesk de cihê xwe yê li lûtkeyê parast.

Ronaldo sala 2025an bi qezenca xwe ya 280 milyon dolarî rikeberên xwe li pey xwe hiştin.

Di lîsteya ku Forbesê weşand de Lionel Messi bi 130 milyon dolarî li pey lîstikvanê Portekîzî Ronalda hat.

Karim Benzema bi dahata xwe ya 104 milyon dolaran li pişt her duyan cih girt.

Di lîsteya ku 3 lîstikvanên pêşîn ên ji lîgên Erebistana Siûdî û Amerîkayê ne, Kylian Mbappe ji Ewropayê di rêza çaremîn de cih girt.

Li pey stêrka Fransayî ya Real Madridê ya ku 95 milyon dolaran qezenc dike, Erling Haalandê Manchester Cityê bi 80 milyon dolarî hat.

Navê ku cara yekem kete lîsteya ku Vinicius Junior, Muhammed Salah, Sadio Mane û Jude Bellingham jî tê de ne, Lamine Yamal e.

Zarokê zêrîn ê 18 salî yê Barcelonayê, bi dahata xwe ya 43 milyon dolarî bû 10emîn futbolîstê herî zêde qezenc dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst