Kahinê navdar şampiyonê cîhanê ragihand

18-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Athos Salome, ku wekî "Nostradamusê Zindî" tê nasîn, ji demeke zû ve pêşbîniya pandemiya Covid-19 kiribû û herwiha dizanibû ku kîjan tîm dê bigihîjin fînala Kûpaya Cîhanî ya 2022 a ku li Qeterê tê lidarxistin.

Salome bi pêşbînîkirina mirina Şahjina Brîtanyayê Elizabeth II, bibû sedema matmayîna her kesî.

Li gorî nûçeya Daily Star, Nostradamusê Zindî pêşbînî kir ku di lîstika fînalê ya Kûpaya Cîhanî ya 2022an de ku îro saet 18:00 di navbera Arjantîn-Fransa de dest pê kiriye, kî dê biserkeve.

"Li gorî Salome şampiyon Arjantîn e"

Nostradamusê Zindî bi gotina "Ez ji bo Fransa xemgîn im, hestên Salome jê re got ku Arjantîn dê fînalê qezenc bike", diyar kir ku Arjantîn dê kûpayê bi dest bixe.

Di fînala Kûpaya Cîhanî ya FIFA 2022an de Arjantîn û Fransa li Stadyuma Lusail hatine hemberî hev û heta niha encam 2-2 wekhev e.

Ger pêşbîniya Salome rast derkeve, Arjantîn dê hesreta xwe ya 36-salî ya Kûpaya Cîhanê bi dawî bike û dê bo cara pêncem kûpaya cîhanî bibe mala xwe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst