VÎDEO - Sal diçin lê Messi her Messi ye, dîsa hat-trick

19-10-2025
Lionel Messi / Wêne: Ji ber dîmenan
Lionel Messi / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Messi Hat-trick Inter Miami Nashville Nashville SC
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hefteya dawî ya Lîga Futbolê ya Amerîkayê (MLS) de, Inter Miamiyê li deplasmanê bi encama 5-2 zora Nashvilleyê bir û bi serkeftineke mezin sezon bi dawî kir.

Stêrkê maçê dîsa Lionel Messi bû û wî dîsa bi hat-tricka xwe got “Ez Messi me” û tîma xwe gihand play-offê.

Di maça ku bi dema Kurdistanê îro serê sibehê hat lîstin de Inter Miami li deplasmanê derket pêşberî Nashvilleyê.

Messi xuleka 34an bi lêdaneke klasîk tîma xwe xist pêş.

Lê Nashvilleya xwediyê malê, bi golên Sam Surridge û Jakob Shaffelburg nîvê yekem 2-1 li pêş bi dawî kir.

Di nîvê duyem de bahoza Messi

Messiyê ku di nîvê duyem de careke din derket ser dikê, xuleka 63yan penalti kir gol û encam kir wekhev.

Piştî wê bi 5 xulekan jî Rodríguez Inter Miami careke din xist pêş.

Lê Messi xuleka 81an careke din tor hejandin, hat-tricka xwe temam kir û serkeftin misoger kir.

Di dema zêdekirî de jî Segovia bi saya serê asîsta Messi gola pêncemîn tomar kir.

Inter Miami diçe play-offê

Bi vê encamê re Inter Miami puanên xwe gihandin 65an, lîg di rêza 3yan de temam kir û bi moraleke bilind derbasî play-offê bû.

Messi bi 29 golan demsal wekî golkerê herî baş ê MLSê bi dawî kir û hejmara golên xwe yên giştî yên di karîyera xwe de gihand 889an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst