Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor di hefteya 10emîn a Lîga 1emîn a TFFyê de, li deplasmanê bi encama 2-1 zora Serîksporê bir.
Mbaye Diagne di maça ku li Stenbolê hat lîstin de, bi her du golên xwe bû lehengê tîmê û serkeftineke krîtîk anî.
Nîveka yekem bê gol bi dawî bû
Her du tîman jî di nîveka yekem a maçê de derfetên golan bi dest xistin ê nekarîn wan bi kar bînin.
45 deqîqeyên yekem bi wekheviya 0-0 bi dawî bûn.
Amedspor di nîveka duyem de geş bû
Amedspora ku bi awayekî bi bandor dest bi nîveka duyem kir, di deqîqeya 57an de bi gola Mbaye Diagne 1-0 ket pêş.
Serîkspor di deqîqeya 68an de bi gola Gokhan Altiparmak bersiv da û skor kir 1-1.
Deqîqeyên dawî yên maçê bûn şahidê têkoşîneke mezin.
Amedspor di deqîqeya 87an de careke din bi Diagne gola serkeftinê avêt û bi encama 2-1 bi ser ket.
Amedspor bi vê yekê di bin birêvebiriya rahênerê xwe yê nû Sînan Kaloglu de di maça xwe ya yekem de serkeftineke girîng bi dest xist.
Amedspor derket rêza 4an
Bi vê serkeftina krîtîk, tîma Amedê puanên xwe derxist 19an û di lîgê de derket rêza 4an.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse