Werzişvanê navdar ê Duhokê Nîmet Mehmûd koça dawî kir

21-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Werzişvanê navdar ê Duhokê Nîmet Mehmûd ku du sal bû bi nexweşiya penceşêrê ketibû, di temenê 71 salî de koça dawî kir û termê wî îro li goristana Şaxkê ya Duhokê tê veşartin.

Piştî du salan milmilanî li gel nexweşiya pencşêrê, Nîmet Mehmûd demjimêr 04:00 îro Înê 21ê Çileya 202an li Nexweşxaneya Azadî ya bajarê Duhokê koça dawî kir.

Hemîd Mehmûd, birayî wî werzişvanî ji Rûdawê re ragihand, “berî ku Tîma Werzişê ya Duhokê bê damezrandin, Nîmet di Tîma Helgurd a Yekîtiya Qutabiyan de futbol dilîzt, paşê ku Tîma Werzişê ya Duhokê hat damezrandin bû endamê wê tîmê heta sala 1985an û piştre jî bû Rahênerê Tîma Werzişê ya Duhokê û heta sala 2006 rahêner û alîkarê rahêner ê tîmê bû.”

Hemîd Mehmûd herwiha got, “Nîmet paşê di televîzyonên Duhokê de wek şirovekarekî werzişê şirove ji bo hemû lîgan û kûpaya cîhanê dikir, ti deman ji werzişê têr nedibû û berdewam dixwest xizmeta werzişê bike.”

Derbarê sedema canjidestdana Nîmet Mehmûd de, birayê wî Hemîd Mehmûd ragihand, “du sal bû bi nexweşiya penceşêrê ketibû, çend caran me hewla dermankirina wî da, lê beriya 12 rojan rewşa wî gelek xirab bû û me rakir Nexweşxaneya Azadî ya Duhokê, mixabin îro sibehê koça dawî kir.”

Hemîd Mehmûd tekez kir, ew dê îro termê Nîmet li Goristana Şaxkê ya Duhokê veşêrin.

Nîmet Mehmûd sala 1950an li bajarê Duhokê ji dayik bûye û lîse qedandibû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst