Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê rikebera xwe golbaran kir

24-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê bû mêvana Tîma Futbolê ya Jinan a Kireçburnu û bi encama 1-9 bi ser ket û  3 puanên din li pûanên xwe zêde kir û di rêza sêyam a Lîga Super a Futbola Jinan a Tirkyê de cih girt.

Di çarçoveya lîstikên Lîga Super a Futbolê ya Jinan a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de, duh her du Tîma futbolê ya Jinan a Amedsporê û Tîma Futbolê ya Jinan a Kireçburnu li Çayirbaşî ya Stenbolê hatin hemberî hev.

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ku hema di tevahiya lîstikê de tîma serdest bû, rikebera xwe golbaran kir.

Lîstek bi serkeftina Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê bi encama 1-9 bi dawî bû û tîma Amedsporê 3 puan bidest xistin.

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê bi vê encamê bû xwediyê 4 puanan  û di lîgê de bû 3yemîn. Di heman lîgê de Fomget bi 6 puanan yekemîn e, Galatasaray jî bi heman puanan di rêza duyemîn de ye.

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê di lîstoka xwe ya hefteya borî de ligel Konak BLD re bi encama 1-1 yeksan bû. Di hefteya li pşê me de dê bibe mêvana Tîma Futbolê ya Jinan a Fomget a ku di komê de yekem e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst