Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Înaliyê yê navçeya Gimgimê ser bi parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, nêzîkî sed sal in, salê du caran pêşbaziya hespan tê kirin û ji gund, navçe û bajarên derdorê jî gelek kes beşdarî pêşbaziyê dibin.
Duyemîn pêşbaziya sala 2022ê jî bi qelebalixî û kelecaneke zêde hat li dar xistin.

Muxtarê gundê Înaliyê Mehmet Lutfi Yalçıner dibêje "Wek şahiyekê derbas bû. Ji gundên derdorê jî gelek kes hatin, em gelek bextewar in."
12 hesp beşdarî pêşbaziya 5 hezar metreyî bûn û hespa bi navê "Mîr Baran" a Mehmet Nuri Yalçiner bû yekemîn. Xwediyê hespa yekemîn, bi 5 hezar lîre hat xelatkirin.
.jpg)
Xwediyê hespa yekemîn got "Em dixwazin ev berdewam be. Em berdewam di navbera gundan de dikin. Ji Kanîreş, Mûş û Erzeromê, ji her derê hesp beşdar dibin."
Gundiyan bi derfetên xwe pîsteke ax çêkirine û navê wê "Hîpodroma Nurî Efendî" lê kirine, lê ji berpirsan daxwaza pîsteke profesyonel dikin û dixwazin vê kevneşopiya bav û kalan ji zarokên xwe re mîrat bihêlin.
.jpg)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse