Hewlêr (Rûdaw) - Beşîktaşê endamekî xwe sewqî dîsîplînê kir ku li hemberî Kevin Santosê lîstikvanê Shakhtar Donetskê nîjadperestî kiribû.
Shakhtar Donetska tîma Ukraynayê û Beşîktaşa tîma Tirkiyeyê doh li Stenbolê hatin pêşberî hev û Shakhtar Donetsk 4-2 bi ser ket.
Endamekî kongreya Beşîktaşê piştî maçê peyamên nîjadperestiyê ji Kevin re şandibûn.
Beşîktaşê ragihand ku wan ew endamê xwe daye dîsîplînê û got ku endamê wan yê kongreyê “mixabin peyamên nîjadperestî û kîn û nefretê” şandine ji Kevin re.
Di daxuyaniyê hat gotin ku Beşîktaşê xwestiye ew kes ji endamtiyê were derxistin û hat gotin:
“Bi vê bûyera giran re diyar bûye ku wî para xwe ji helwest û nirxên Beşiktaşê wernegirtiye.
Kuluba me û alîgirên mezin ên Beşiktaşê, berê jî di gelek bûyerên bi vî rengî de helwesta xwe ya li dijî nîjadperestiyê bi awayekî zelal nîşan dane.
Bi vê wesîleyê, em careke din di serî de li qadên werzişê, li hemû qadên jiyanê nîjadperestiyê şermezar dikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse