Amedspor di nîveka duyem de wekî bahozê rabû: 2-0

25-09-2025
RÛDAW
Nîşan Amedspor Sariyer Mbaye Diagne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê, di hefteya 7emîn a Lîga Yekemîn a Trendyolê de, li mala xwe Sariyer kir mêvan û bi golên di nîveka duyem de 2-0 bi ser ket.

Nîveka yekem a maçê 0-0 bi wekhevî bi dawî bû. Di deqîqeya 19an de Fernandoyê Amedsporê ji ber seqetbûnê ji lîstikê derket û Felix ket şûna wî.

Amedsporê bi awayekî zexm dest bi nîveka duyem kir û zexta xwe li ser Sariyerê zêde kir.

Di deqîqeya 46an de Dia Saba gol avêt lê ji ber ofsaydê nehat qebûlkirin.

Zexta Amedsporê di deqîqeya 60an de jî berdewam kir û topa ku Diagne bi serê xwe lê da, li stûna kêlekê ket.

Di deqîqeya 73yan de jî, yekem car Diagne û paşê jî Traore derfetên mezin ji dest da.

Gol li pey hev hatin

Zexta Amedsporê di deqîqeya 78an de encam da. Murat Uçar pas da Mehmet Yeşîl û wî jî bi şûteke xurt tîma xwe 1-0 derxist pêş.

Di deqîqeyên zêdekirî de, ango di deqîqeya 90+6an de, Mbaye Diagne gola dawî avêt û encama maçê diyar kir: 2-0.

Her wiha bi vê serkeftinê re, Amedsporê puanên xwe derxist 13an û di lîgê de bû rêza 4an. Sariyer jî di 1 puanî de ma.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst