Cristiano Ronaldo 2 salên din li Al Nassrê ye

26-06-2025
RÛDAW
Nîşan Cristiano Ronaldo Al Nassr Peyman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma futbolê ya Al Nassrê ya Lîga Erebistana Siûdî bi lîstikvanê stêrk ê Portugalî Cristiano Ronaldo re peymaneke nû ya 2 salî îmze kir.

Tîma futbolê ya Al Nassrê li ser îmzekirina peymanê daxuyaniyek belav kir.

Al Nassrê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan bi Cristiano Ronaldoyê 40 salî re heta dawiya sezona 2026-2027an peyman îmze kiriye.

Al Nassrê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyeke bi nîşeya “Çîrok ji cihê mayî berdewam dike” parve kir û Ronaldo jî tê de dibêje, “Heta dawiyê Al Nassr”.

Cristiano Ronaldo di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de anî ziman:

“Beşeke nû dest pê dike. Heman coş, heman xewn. Werin em bi hev re dîrokê binivîsin.”

Cristiano Ronaldo sezona borî bi formaya Al Nassrê di 41 maçên fermî de 35 gol avêtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst