Hewlêr (Rûdaw) - Di hefteya 10emîn a La Ligaya Spanyayê de Real Madridê di maça El Clasicoyê de bi 2-1 zora Barcelonayê bir û bi 27 puanan lîdertiya xwe domand.
Di hefteya 10emîn a La Lîgayê de El Clasico li stadyuma Santiago Barnebeuyê ya Real Madridê hat lîstin.
Di maça dêwan de Real Madridê 2-1 hevrikê xwe yê dêrîn Barcelona têk bir.
Golên serkeftinê yên Real Madridê ji aliyê Kylian Mbappe û Jude Bellingham ve hatin tomarkirin.
Gola yekane ya Barçayê jî Fermin Lopez avêt.
Bi vê serkeftinê Real Madridê puanê xwe derxist 27an û lîdertiya xwe domand. Barcelona jî di 22 puanan de ma.
Bellingham mohra xwe li maçê xist
Jude Bellingham bi golek û asîstekê performanseke bilind nîşan da û bû navê ku mohra xwe li maçê xist.
Her wiha Kylian Mbappe xuleka 52yan ji penaltiyekê sûd wernegirt.
Li Barcelonayê jî di dema zêdekirî ya maçê de Pedri bi karta sor ji lîstikê hat derxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse