Hewlêr (Rûdaw) - Amedspora ku di Grûba Spî ya Lîga Duyemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de dilîze, li mala xwe tîma Sancaktepesporê 3-1 têk bir û bi vê serkeftinê derket rêza 6emîn.
Amedspor li mala xwe bi awayekî serdest dest bi pêşbirkê kir û di xuleka 37emîn de bi gola Erman 1-0 ket pêşiya Sancaktepesporê. Dewra yekem bi vê encamê bi dawî bû.
Di serê dewra duyem de Sînan Aydin di xuleka 47emîn de gola Amedsporê ya duyem tomar kir.
Mesut Can di xuleka 60emîn de Amedsporê 3-0 pêş xist.
Ahmet Çakmak di xuleka 70mîn de li ser navê Sancaktepesporê golek tomar kir emcam bû 3-1 û yarî bi vê encamê bi dawî bû.
Bi vê serkeftinê Amedspor pûanên xwe derxist 27an û derket rêza 6êmîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse