Maça Elazigspor û Vansporê: Doh li Xarpêtê çi qewimî?

27-05-2025
RÛDAW
Nîşan Elazigspor Vanspor Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Maça Elazigspor û Vansporê ji ber bûyerên li stadyumê di xuleka 56an de hat betalkirin.

Tîmên Bakurê Kurdistanê Elazigspor û Vanspor ku di Lîga 2yem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de dilîzin şeva borî di pêşbirka play-offê de li Stadyuma Ataturkê ya Xarpêtê (Elazig) demjimêr 20:00î hatin pêşberî hev.

Berî roja maçê aliyê Elazigsporê gelek gef li tîma Vansporê xwaribûn û heta hinek kesan daxwaz kiribû ku tîma Vansporê ji bo lîstikê neçe bajarê Xarpêtê.

Bi destpêkirina maçê re alozî û bûyeran dest pê kir û alîgirên Elazigsporê gelek kel û pelên cuda avêtin nav qada lîstikê û lîstikvanên Vansporê.

Ji ber avêtina madeyên xeternak û meşaleyan, maç dem bi dem hat rawestandin û di navbera futbolîstan de alozî derketin.

Berî maçê û di dema maçê de Parlementerên CHP û AK Partiyê û Şaredarê Xarpêtê bi alîgir û lîstikvanên Elazigsporê re hevdîtin kirin û ji wan xwest ku aram bin.

Elazigsporê nîvê yekem ê maçê 1-0 li pêş qedand.

Alîgirên Elazigsporê xuleka 56an madeyên cuda avêtin nav qadê û yek ji wan li serê alîkarê hekem Kadîr Beyaz ket û ew birîndar bû.

Hakemê maçê Umît Ozturk bi alîkarên xwe re qada lîstikê terk û maç betal kir.

Di lîstika yekem a gera sêyem a play-offê de Vanspor li hemberî Elazigsporê 4-1 bi ser ketibû.

Vanspora ku di maça Elazigsporê de rastî êrişan hat di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de derbasî Amedê bû û ji aliyê gelê Amedê û birêvebiriya Amedsporê ve hat bi dilekî xweş hat pêşwazîkirin.

Birêvebiriya Amedsporê, tîma Wanê ezimand û bi hev re çûn şîvê.

Li hêla din, Tîma Êliha Bakurê Kurdistanê Batman Petrolspor li mala xwe bi Altinordusporê re 1-1 ma û di play-offê de derket fînalê.

Bi îhtimaleke zêde dê Vanspor û Batman Petrolspor di fînalê de bên pêşberî hev û her du alî gelek peyamên biratî û dostaniyê didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst